Senatorê Amerîkî projeyasaya bîranîn û rêzgirtina li Kurdan pêskesî kongreya Amerîkayê kir
PeyamaKurd – Endamên sentoya Amerîkayê ji bo ‘bîranîna fermî ya 30yemîn salvegera avakirina ‘herêma qedexeya firînê’ ya Başûrê Kurdistanê projeyasayek pêşkeşî kongreya Amerîkayê kirin.
Hat ragihandin ku projeyasa îro 30yê Nîsanê ji aliyê endamê Komarî yê kongreyê Mike Waltz ve hatiye amadekirin û pêşkêşî Encûmena Nûneran a Kongreyê hat kirin.
Di projeyasayê de daxwaza avakirina “pêwendiyeke bihêz a Kurdî-Amerîkî û rêzgirtin û piştevaniya demdirêj ji bo Kurdên heval û dost ku bi wêrekî mil bi milê Amerîkayê rûbirûyê tundrewî û terorîzmê bûne” tê kirin.
Di projeyasayê de daxwaz ji Amerîkayê hatiye kirin ku salvegera 30an a alîkariyên Amerîkayê ji bo Kurdan û herwiha tevahiya wan leşker û siyasetvan û serkirdeyên rola wan di alîkariyan de hebûye, werin bîranîn.
Mike Waltz di daxuyaniya ku îro înê belav kiriye de li ser mijarê got: “Piştî serhildana Kurdan li dijî Sedam Hisên di Adara 1991an de rejîma Sedam bi awayekî hovane xelkê welatê xwe kuşt, bi sedan hezar ji wan neçar kirin ku berê xwe bidin sînorên Îran û Tirkiyê ji bo parastina xwe.”
Piştî şerê Kendavê di 1991an de, Amerîka û hevpeymanên wê “Operasyona Dabînkirina Aramiyê li Herêma Kurdistanê pêk anîn, daku rê li rejîma Sedam Hisên ji bo tepeserkirina Kurdan bigirin û rê bidin alîkariyên mirovî daku bigihin koçberên Kurd.
Waltz li ser wê operasyonê got: “Ew operasyon bingeha pêwendî û dostatiya me bû ligel gelê Kurd.”
Di çarçoveya heman operasyonê de Amerîka û welatên hevpeyman, navçeya nefirînê li Iraqê ava kirin û firîna firoke û helîkopterên Iraqî li ser esmanê Kurdistanê hatibû qedexekirin.
Waltz di daxuyaniya xwe de diyar kiriye, “Wek efserekî hêzên taybet û şerkerekî dêrîn ku li dijî terorê şer kiriye, şanazî dikim ku ev projeyasa jibo bîranîna 30mîn salvegera operasyona dabînkirina aramiyê pêşkêş dikim û rêz li wan serbazên Amerîkî û hevpeymanan bigirim ku alîkar bûn di parastina gelê Kurd de.”
Waltz tekez kir, projeyasa ji bo rêzgirtina li wan du milyon mêr, jin û zarokên Kurd e ku li ber sermayê û çiyayên dijwar wêrekiya xwe nîşan dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin