Senatorê Amerîkî: Ne agirbest e teslîmiyet e, dagirkerî bi ser Kurdan hatiye sepandin
PeyamaKurd – Senatorê Amerîka yê Connecticutê Chris Murphy, li ser medya civakî derbarê rawestandina 120 saetan a êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de ku hîn jî ew êrîş berdewam dikin got ku ev ji aliyê Amerîkayê dayîna îmtiyazan e bo Tirkiyê.
Murphy li ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn, “Ev ne agirbest e, asta herî bilind a dayîna îmtiyazan bo Tirkiyê û li ser piştê hiştina Kurdan e.”
Murphy herwiha got, "Bi sernavê nexapin, rêkeftinê bixwînin. Ev yekser teslîmiyet e. (Navberdana şer) destûrê dide Tirkiyê ku erdên ku Kurd jê vekişin dagir bike. Ma cihê wê yê erenî dema Trump Kurdan dixapîne tenê 120 saetên êrîşnekirina wan e? Rêkeftinê dagirkeriya Tirkiyê ya erdên Kurdan bi awayekî demdirêj sepandiye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin