Berxwedana Îslamî ya Iraqê: Agirbesta bo hêzên Amerîkî bidawî bû!

21 June 2024 18:41 0 dîtin
Berxwedana Îslamî ya Iraqê: Agirbesta bo hêzên Amerîkî bidawî bû!

PeyamaKurd – Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê ku ji komên çekdar ên girêdayî Îranê pêk tê, ragihand, dema bo vekişîna ji Iraqê ya hêzên Amerîkî qediyaye û loma jî agirbesta êrîş nekirina wan hêzan hatiye bidawîkirin.

Di daxuyaniya Eniya Berxwedana Îslamî de hatiye gotin ku Kordînasyona Berxwedana Iraqê li ser bûyerên dawî yên Rojhilata Navîn civiyaye û rewşa Iraqê jî nirxandiye.

Hate diyarkirin, dema ku hikûmeta Iraqê ji bo vekişînê daye hêzên Amerîkî piştî 4 mehan bidawî bûye û ew agirbestê bidawî tînin.

Hêjayî gotinê ye, ev daxuyaniya Berxwedana Îslamî piştî gefên Rêberê Hizbullha Lubnanê Hesen Nesrelleh ên li dijî Îsraîlê û vekirina eniyeke nû ya şer li Deryaya Spî hate dayîn ku tê çaverêkirin cardin êrîşên xwe yên ser hêzên Amerîkî bidin destpêkirin.