Eniya Berxwedana Îslamî gefa derxistina Tirkiyê ji Iraqê xwar
PeyamaKurd - Hêza Soz û Heqîqetê ya Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê ku ji komên şîeyên bi ser Îranê ve pêk tê, êrîşên bi hinceta PKKê Tirkiye li nav erda Iraqê dike şermezar kir û ragihand, ew amade ne artêşa Tirkiyê ji na xaka Iraqê derxin.
Di daxuyaniya Koma Hêza Soz û Heqîqetê ya Eniya Berxwedana Îslamî de, ji parlamentoya Iraqê hate xwestin, li ser êrîşên Tirkiyê yên nav Iraqê civîneke awarte li dar bixe û ew ji ji bo derxistina hêzên Tirk ji xaka Iraqê amade ne.
Anîna hêzên nû yên Tirk a nav Herêma Kurdistanê hate bibîrxistin û hate gotin: “Divê civînek lezgîn li Parlamentoyê di derbarê vê leşker kêşanê de were lidarxistin û helwestek li dijî êrîşên dubare yên Tirkiyê werin raberkirin. Em ji bo derxistina hêzên dewleta Tirk ji nav xaka Iraq û Herêmê amade ne. Herwiha her hêza ku hewla binpêkirina serweriya welatê me bide, emê li hember rawestin. Weke ku li pêşiya DAIŞê rawestiyan.”
Hate destnîşankirin, divê demildest hêzên Tirkiyê ji nav xaka Iraqê vekişin, ji ber ku gelê Iraqê li beramberî vê binpêkirinê bêdeng namîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin