Eniya Berxwedana Îslamî ya li Iraqê bakurê Îsraîlê hedef girt

30 October 2024 11:32 0 dîtin
Eniya Berxwedana Îslamî ya li Iraqê bakurê Îsraîlê hedef girt

PeyamaKurd – Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku wan bi balafireke bêmirov (ÎHA) li dijî xaleke girîng a li bakurê Îsraîlê êrîşek pêk anîn.

Di daxuyaniya Eniya Berxwedana Îslamî de wiha hat gotin: "Êrîşên li dijî Îsraîlê yên ji bo piştgirîkirina gelê Filistîn û Lubnanê û bersivdayîna qetlîamên sivîlan ên di nav de zarok, jin û extiyar didomin."

Hat ragihandin ku Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê roja Çarşemî 30ê Cotmeha 2024an êrişeke balafirên bêpîlot li ser xaleke girîng li bakurê Îsraîlê pêk anî.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Çalakiyên Eniya Berxwedanê ya ji bo îmhakirina lezgîn a dijmin dewam dike."

Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê jî roja Duşemê bi balafireke bêmirov êrîşî xaleke kontrolê ya leşkerî li bakurê Îsraîlê kir.

Eniya Berxwedana Iraqê ev çend meh in xalên krîtîk ên Îsraîlê ji bo bersivdana şerê Îsraîlê li Şerîda Xezzeyê dike armanc.