Berxwedana Îslamî ya Iraqê: Me êrîsî amarncên Îsraîlê yên Golanê kir
PeyamaKurd – Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê ku Îran piştevaniya wê dike û komên milîsên Îranê pêk tê, ragihand ku wê berbanga îro devereke ˈçalakˈ li Golanê kiriye armanc.
Berxwedana Îslamî ya Iraqê (Muqawema Îslamî) ragihandiye ku wan bi balafireke bê mirov a bi çek ˈdevera çalakˈ kiriye hedef.
Di daxuyaniyê de êrîş wekî piştgiriya gelê Filistîn û Lubnanê hatiye nîşandan.
Artêşa Îsraîlê li ser êrîşê ragihand, "Navbera saet di 04.21 û 04.22an de dengê zingilên hişyariyê li herêma Merûm a Golanê hat bihîstin. Piştre êrîşeke hewayî ji aliyê rojhilat ve li ser erdê Îsraîlê hat kirin. Li herêmeke vala ket."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin