Bexwedana Îslamî ya Iraqê: Me êrîsî baregeha Îsraîlê kir

22 September 2024 13:03 0 dîtin
Bexwedana Îslamî ya Iraqê: Me êrîsî baregeha Îsraîlê kir

PeyamaKurd - Bexwedana Îslamî ya Iraqê ku ji komên milîsên Îran piştevaniya wan dike pêk tê ragihand ku wan êrîşî baregeheke Îsraîlê ya li Geliyê Urdinê kiriye.

Bexwedana Îslamî ya Iraqê, bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku wan dronan êrîşî baregeheke leşkerî ya Îsraîlê ya li Geliyê Urdinê kiriye û da zanîn ku wê êrîşên xwe yên ser Îsraîlê bidomînin.

Êrîşa Berxwedana Îslamî di demeke ku êrîşên dualî yên Hizbullaha Lubnanê û Îsraîlê gur bûne pêk hat ku Artêşa Îsraîlê jî ragihandiye, hêzên wan li Girên Golanê hedefeke nêzîkî wan dibû îmha kiriye.