Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê baregeha Îsraîlê kir hedef!
PeyamaKurd – Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku wan bi balafireke bêfirokevan baregeheke Eliat a Îsraîlê kiriye hedef.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê daxuyaniyek da û ragihand ku îro serê sibehê bi balafireke bêmirov li cihekî li Îlata Îsraîlê xistine.
Di daxuyaniyê de herwiha hat diyarkirin ku êrîşên li dijî Îsraîlê wê bidomin.
Têkildarî ziyanên canî û madî yên piştî êrîşê heta niha ti agahî nehatine bidestxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin