Bereya Berxwedana Îslamî ya Iraqê Amerîka tehdît kir

02 October 2024 14:00 0 dîtin
Bereya Berxwedana Îslamî ya Iraqê Amerîka tehdît kir

PeyamaKurd –  Berxwedana Îslamî li Iraqê hişyarî da Amerîkayê û got,  “Heger êrîşî Îranê bike dê li baregehên wê yên li Iraqê bide.”

Di heman demê de bi talîmata serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî hemû hêzên ewlehiyê yên Iraqê ketin rewşa amadebaşiyê.

Di daxuyaniya nivîskî de ya ku Berxwedana Îslamî ya Iraqê weşand, ev tişt hatine gotin: “Eger Amerîka li dijî Îranê kîjan kiryara dijminane bike yan jî qada hewayî ya Iraqê ji bo êrişkirina ser xaka Îranê bi kar bîne, Bereya Berxwedana Îslamî dê rasterast baregehên Amerîkayê yên li Iraqê bike hedef.”

Li gorî daxuyaniyê, Bereya Berxwedana Îslamî êrîşa Îranê ya li hemberî Îsraîlê weke serkeftineke mezin dîtiye û pîrozbahî li rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî kiriye.

Her weha, serokwezîrê Iraqê derengiya şeva Sêşemî 1ê Cotmeha 2024ê bi serdaneke ji nişkê ve serdana Fermandariya Operasyonên Hevbeş kiriye û ferman daye hêzên ewlehiyê ku têkevin rewşa amadebaşiyê û hişyariya ewlehiyê li seranserî welêt zêde bikin.

Pasdarên Şoreşa Îranê, 1ê Cotmeha 2024an, bi talîmata rêberê olî Elî Xamineyî 200 mûşekên balîstîk ji Îranê avêtin nav axa Îsraîlê.

Di daxuyaniya nivîskî de ku Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê belav kiriye, tê gotin ku ji ber ku Îsraîlê bi êrîşên xwe  Serokê Hamasê yê Îranê Îsmaîl Heniye, Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hasan Nasrullah û Generalê Îranî Abbas Nîlfuraşan kuştiye, wan bi dehan mûşekan êrîşî Îsraîlê kiriye.

Her weha hişyarî dane Îsraîlê ku heger bi bersiva van êrîşan bi riyên eskerî bide, ew dê wî welatî “îmha” bikin.