Amerîkayê koma girêdayî Hesda Seibî û ‘Berxwedana Îslamî’ xist lîsta terorê
PeyamaKurd – Amerîkayê rêxistina bi navê “Ensarulahî Ewfiya” û sekreterê giştî yê tevgerê Heyder Xerawî ku komeke bi ser ‘Berxwedana Îslamî’ ve ye xiste lîsteya terorê.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku Ensarulahî Ewfiya ji bo berjewendiyên Amerîkayê gefek e û rasterast berjewendiyên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyeyê dike hedef.
Amerîkayê di daxuyaniya xwe de peyamek da Îranê jî û diyar kir: “Amerîka dê li hemberî piştgiriya ku Îran dide terorîzmê û ji bo lawazkirkina şiyana êrîşkirinê ya wan koman bi bibiryarî li ber xwe bide.”

Hêjayî gotinê ye, Ensarulahî Ewfiya sala 2014an wekî şaxeke Heşda Şeibiyê hatiye avakirin ku girêdayî hikûmeta Iraqê ye.
Ensarulahî Ewfiyayê sala 2019an dema “Serhildana Teşrînê” xwepêşander revandine û kuştine. Herwiha Berxwedana Îslamî ku Ensarullahî Xewfiya jî tê de ye, îsal li Urdinê êrîşî baregeheke Amerîkayê kiribû û di wê êrîşê de 3 leşkerên Amerîkayê hatibûn kuştin û 34 kes jî birîndar bûbûn. Amerîka dide xuyakirin ku destê Ensarulahî Ewfiyayê di wê êrîşê de jî hebûye.
Sekreterê Giştî yê Lîwayên Hizbulahê Ehmed Muhsîn Ferec el-Hemîdawî di daxuyaniyeke xwe ya berê de gotibû, Ensarulahî Ewfiya hêmaneke bingehîn a Berxwedana Îslamî ya Iraqê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin