Koma girêdayî Hesda Seibî gefa serkirinê li Tirkiyê xwar!
PeyamaKurd – Koma bi navê Asayîb El Heq a bi ser Heşda Şeibî ve, ji ber operasyonên artêşa Tirkiyê bi ser erda Kurdistan û Iraqê yên dijî PKKê, gef li Tirkiyê xwar.
Di daxuyaniya rêxistinê de hatiye gotin, ew hemû bijardeyan li dijî êrîşkariya Tirkiyê dinirxînin û dibêjin, ew dikarin ji bo parastina serweriya Iraqê bersiva Tirkiyê bidin ku ji wê re jî amade ne.
Berdevkê Asayîb El Heq di daxuyaniya xwe de diyar kiriye, “Pêwîste hikûmeta Iraqê, karîna xwe ya parastina asmanî li dijî êrîşkariya Tirkiyê zêde bike û bipêş bixe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin