Koma girêdayî Hesda Seibî ya Îranî agirbesta 'êrîs nekirina hêzên Amerîkî' bidawî kir

20 November 2020 15:51 0 dîtin
Koma girêdayî Hesda Seibî ya Îranî agirbesta 'êrîs nekirina hêzên Amerîkî' bidawî kir

PeyamaKurd – Serokê koma çekdar Esayîbê Ehlê Heq Qeys Xezeelî ku girêdayî Heşda Şeibî ye û nêzîkî Îranê ye, ragihand, agirbesta ku wan heta encamdana hilbijartinên Amerîkayê bo êrîş nekirina hêzên Amerîkî ragihandibû bidawî bûye.

Qeys Xezelî di televîzyona fermî ya Iraqê de ragihand, “Agirbesta komên çekdar, piştî bidawîbûna hilbijartinên Amerîkayê bidawî bû.”

Xezelî gotiye: “Mercên ku ji bo sekinandina karên serbazî hatibûn danîn, ew bû ku ti binkeyeke serbazî ya biyanî li welat nemîne û Iraq xwedî serweriya xwe bibe li erd û esmanê xwe, ligel hebûneke teknîkî (Amerîkî) ku hikûmeta Iraqê destnîşan bike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, tevî vê daxuyaniya Qeys Xezelî jî êrîşên moşekî yên ser hêzên biyanî li Iraqê berdewam dikin û sêşema borî Herêma Kesk a li navenda Bexdayê rastî êrîşeke moşekî hatibû.