Koma milîsên Hesda Seibî gefa êrîsê li hebûna hemû hêzên Amerîkî xwar!

02 January 2022 16:45 0 dîtin
Koma milîsên Hesda Seibî gefa êrîsê li hebûna hemû hêzên Amerîkî xwar!

PeyamaKurd - Komeke milîsên di nav Heşdî Şeibî de ragihand ku ew dê hemû leşkerên Amerîkayê bikin armanca êrîşan.

Berdevkê milîsên Ketîbeyên Seyd Şuheda Kazim Firtosî di bernameyeke televizyona Iraqê de gotiye: "Ti kesek derbarê çawaniya vekişîna hêzên şerker ên Amerîkayê yên li Iraqê de ne xwedî zanyarî ye û heta Amerîkayê jî ti beyanname derbarê vekişîna hêzên xwe de belav nekiriye."

Kazim Firtosî gotiye: "Guhertina navnîşana hêzên Amerîkayê ji hêzên şerker bo şêwirmendiya leşkerî ji aliyê me ve nayê qebûlkirin û ji niha û pê de Eniya Muqaweme hemû hebûneke leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê dê bike armanca êrîşê.

Berdevkê milîsên Ketîbeyên Seyd Şuheda  herwiha diyar kiriye, "Ji ber rêz girtina li cejna Mesîhiyan şer dijî leşkerên Amerîkayê me ragirtiye, lê em bi ti awayekî li ser serweriya Iraqê danûstandinê nakin."