Iraq | Koma milîsên Hesda Seibî gefa bersivdana êrîsên ser Singalê li Tirkiyê xwar
PeyamaKurd – Berdevkê koma milîsan a girêdayî Îranê Ketayib Seyid Elşuheda ku bi ser Heşda Şeibî ve ye, Kazim Fertûsî gefa bersivdana êrîş û operasyonên Tirkiyê yên bi ser Şingalê û Iraqê de li Tirkiyê xwar.
Kazim Fertûsî bi daxuyaniyekê ragihand, ew dê li hember êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê û rijandina xwîna çekdarên xwe li Şingalê bêdeng nebin û diyar kir, tekez ew dê bersiva êrêşên Tirkiyê bidin û biryara êrîşê niha tê lêkolînkirin.
Berdevkê Ketayib Seyid Elşuheda îro Pêncşemê 19ê Tebaxê ji Rûdawê re axiviye û gotiye “Binpêkirina serweriya Iraqê ji bo hemû aliyan qedexe ye, çi aliyekî derve be an jî hundir, herwiha nabe ku destdirêjî lê bê kirin û bêrêzî li beramber bê kirin.”
Kazim Fertûsî got: “Heşda Şeibî qebûl nake xwîna çekdarên wê heder biçe, li gel dubarebûna wan êrişên Tirkiyê, dê hetmî bersiva me hebe û ev biryar jî niha tê lêkolînkirin û pêwîstî bo rêpêdanê jî nîne, tevî wê jî hikûmet divê vê yekê qebûl bike ku eger rewş neyê asayîkirin û mafên şehîdên me neyên wergirtin.”
Fertûsî diyar kiriye, “Destdirêjiyên Tirkiyê bo ser Şingalê li parêzgeha Neynewa û derdora parêzgehên Hewlêr û Duhok û Silêmaniyê, bi hinceta dijatiya çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê, ew çend car in dubare dibe. Nabe bi wê hincetê ti hêz derbasî nav axa Iraqê bibin û serweriya axa Iraqê binpê bikin.”
Berdevkê Ketayib Seyid Elşuheda destnîşan kir: “Hikûemta Iraqê û Herêma Kurdistanê jî xemsar in û bi hincetên wehmî rê bi çûna Heşda Şeibî bo nav Şingalê nadin, ew jî nîşan dide ku îradeyeke hevbeş di navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê û hikûmeta Tirkiyê de heye, ji bo rê bi hikûmeta Tirkiyê bide, wê navçeyê bike armanc.”
Kazim Fertûsî gotüiye ew amade ne berevaniyê li sînorê Iraqê û serweriya wê bikin û hikûmeta Iraqê jî pêwîst e bi awayekî ji awayan serederiyê bike, beriya ku rewş ji kontrolê derkeve.”
Hêjayî gotinê ye, roja Duşemê 16ê Tebaxê, balafireke bêmirov a Tirkiyê otomobîlek li navenda qezaya Şingalê kir armanc ku di encamê de 2 kes hatibûn kuştin.
Heşda Şeibî heman rojê daxuyaniyek weşand û tê de got: “Fermandarê Fewca 80 a Hêza Êzdî ya ji bo parastina Çiyayê Şingalê ya ser bi Heşda Şeibî ve, Seîd Hesen Seîd, di encama bombebarana balafirê de li nav qezaya Şingalê li bakurê rojavayê parêzgeha Neynewayê hat kuştin.”
Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku bi ser PKKê ve ye û komeke girêdayî Heşda Şeibî ye jî li ser wê êrîşê diyar kir: “Fermandarê YBŞê Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞê Îsa Xwedêda şehîd ketin. 3 sivîl bi navê Medya Qasim Simo, Şamir Abbas Berces û Mîrza Elî birîndar bûn.”
Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî îro 19ê Tebaxê ragihandiye ku di êrîşa ser Şingalê de, 10 kesên PKKyî hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin