Tirkiyê bi dronekê binkeyeke milîsên Hesda Seibî bombebaran kir
PeyamaKurd – Tirkiyê bi dronekê binkeyeke milîsên Heşda Şeibî bombebaran kir.
Li gor çapemeniya Iraqê îro belav kir, droneke Tirkiyê binkeyeke Heşda Şeibî ya li parêzgeha Neynewa bombebaran kiriye.
Hat ragihandin, bombebarankirina binkeya milîsên Heşda Şeibî li gundê Cerbue ya bajarokê Beşîqe ya ser bi parêzgeha Neynewa pêk hat.
Heta niha tu aliyekî fermî yê Iraq û Tirkiyê ew nûçeya bombebaranê piştrast nekiriye û tu zanyarî jî derbarê ziyanên canî û madî yên bombebaranê de nehatine eşkerekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin