ENKSê bi tundî kustina parêzerekî Kurd ji aliyê milîsên ser bi Tirkiyê ve sermezar kir
PeyamaKurd – Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi tundî kuştina parêzerekî Kurd Luqman Hemîd Henan ku ji aliyê milîs û çekdarên ser bi Tirkiyê yên li bajarê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê, şermezar kir.
ENKSê di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Parêzer Luqman Hemîd Henan ê temen 45 salî, li pêş mala xwe ya li taxa Al Mehmudiye ya bajarê Efrînê ji aliyê koma Sultan Murad ve roja 20.12.2022yê hat revandin û piştî du roj girtina wî ji kesûkarên wî re hatiye gotin ku wî parêzerî jiyana xwe ji dest daye û dikarin biçin termê wî li nexwaşxaneya leşkeri wergirin, lê cîhên îşkenceya hovane li ser bedena wî diyar bûn. Ew jî vê nîşanî me dide ku di bin îşkencê de canê xwe ji dest daye.”
Herwiha ENKSê vê yekê wek “Tawaneke hovane’’ pênase dike û şermezar dike û daxwaz ji aliyên Tirkî jî dike rastiyên canjidestdana wî parêzerî eşkera bike û tawanbarên wî tewanî jî ceza bike û “Sînorek ji bo wan tawanan deyne ku komên çekdar ên serdest li Efrînê bi armanca bêzarkirina xelkê û tirsandinê û destdanîna ser mal û mulk û naçarî koçkirinê dikin bên sînordarkirin.’’
Herwiha ENKS daxwaz ji rêxistinên mafên mirov û civaka navnetewî jî dike, xwedî rol bin ji bo rêgirtina wan tewanan ku bi awayekî berdewam li dijî hemwelatiyên navçeya Efrînê tên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin