Serok Barzanî kustina malbata Kurd a li Bexdayê bi tundî sermezar kir

17 September 2020 10:05 0 dîtin
Serok Barzanî kustina malbata Kurd a li Bexdayê bi tundî sermezar kir

PeyamaKurd - Serok Barzanî bi peyamekê, kuştina malbata Kurd a li Bexdayê şermezar kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir û got: ‘‘Gelek mixabin welatî Dara Reuf ku Kurdê nîştecihê bajarê Bexdayê bû, ew bi xwe û xanim û keça xwe bi awayekî dirindane li Bexdayê hatin şehîdkirin.’’

Herwiha kuştina malbata Dara Rauf bi tundî şermezar kir û da zanîn: ‘‘Ji bilî wê yekê ku bi tundî wê tawanê şermezar dikim, sersaxiyê li malbat û kesûkarên Dara Reuf dikim. Herwiha destxweşiyê li hewl û keda dezgehên emnî yên bajarê Hewlêrê dikim ku karîn bi lez tawanbarê sereke yê vê tawanê eşkere bikin û desteser bikin.’’