Serok Barzanî sersaxiyê da malbata melayê Kurd yê rojhilatî
PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema wefata mele Mihemedê Îmamî ku xelkê bajarê Saqizê yê Kurdistana Îranê ye, peyameka sersaxiyê bo malbata wî verêkir. Barzanî di peyama sersaxiyê de weha got:
“Min hîn kir ku alimê olê, welatperwer û kesê têkoşerê dozê yê li bajarê Saqizê, nasdar Mele Mihemed Îmamî wefat kiriye. Bi sedema vê agahiya xemgîn sersaxiyê bo malbata wî, bo mirov û dostên wî dixwazim û ez hevparê xema we me. Xwedê wî efû bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin