Ji Serok Barzanî peyama sersaxiyê bo malbata Dizeyî

26 January 2025 10:31 0 dîtin
Ji Serok Barzanî peyama sersaxiyê bo malbata Dizeyî

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, bi sedema koça dawî ya kesayetiyê diyar ê Hewlêrê Dr. Daştî Dizeyî, peyameke serxweşiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got,  “Dr.Daştî Dzeyî piraniya jiyana xwe di xizmeta warên akademîk û bijîşkî yên Kurdistanê û alîkarî û dermankirina nexweşan derbas kir û di heman demê de kesayetiyek niştimanperwer bû û xema tenduristiya welatiyan bû. Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkar û dost û hevalbendên xwedê jê razî Dr. Deştî Dizeyî û tevahiya bijîşkên Kurdistanê dikim û xwe şirîkê xema wan dizanim.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye: “Bi navê xwedê mezin û dilovan

Min bi xemgîniyeke mezin nûçeya kesayetiyê diyar ê Hewlêrê û bijîşk û zanayê kurd Dr. Deştî Dizeyî bihîst.

Dr.Daştî Dzeyî piraniya jiyana xwe di xizmeta warên akademîk û bijîşkî yên Kurdistanê û alîkarî û dermankirina nexweşan derbas kir û di heman demê de kesayetiyek niştimanperwer bû û xema tenduristiya welatiyan bû.

Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkar û dost û hevalbendên xwedê jê razî Dr. Deştî Dizeyî û tevahiya bijîşkên Kurdistanê dikim û xwe şirîkê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin daxwazkarim ku canê rehmetî Dr. Deştî Dizeyî bi biheştê şa bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyan.

Înna lîllahî we înna îlahî racîun”