Serok Barzanî peyama sersaxiyê ji bo Diya Ciwan belav kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, ii ber koça dawî ya xanim Sebah Mihemed Elî ku wekî Diya Ciwan tê naskirin, peyameke serexweşîyê belav kir.
Serok Barzanî, li ser wefata Diya Ciwan hevxemiya xwe pêşkeşî malbat, kesûkar û nasên wê û hemû azadîxwaz û têkoşerên Rojavayê Kurdistanê kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawî ya kesayetiya Kurdperwer û xebatgêra Kurdistana Sûriye û Endama berê ya Komîteya Navendiya Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye xanima (Sebah Mihemed Elî) ku bi navê (Dayika Ciwan) hatiye nas kirin, bi me gihîşt.
Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û nasên xwedê jêrazî (Dayika Ciwan) û hemû azadîxwaz û têkoşerên Kurdistana Sûriyê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruha xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşe.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin