Serok Barzanî peyama sersaxiyê bo malbata Dr. Sêxulîslamî sand
PeyamaKurd- Li ser wefata Dr. Esed Şêxulîslamî ku kesayetiyeke ji bajarê rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Senendajêye, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyameka sersaxiyê bo malbata wî û xelkê Senendajê şand.
Gotinên peyama serok Barzanî weha ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê akademî û navdarê bajarê Sine û damezrênerê beşê Fîqhî Şafîî li Zanîngeha Tehranê, Dr. Esed Şêxulîslamî" gihîşt me.
Sersaxiya xwe pêşkêşî malbata xwedê jêrazî Dr. Esed Şêxulîslamî û hemû dost û mervên wan û hevkarên xwedê jêrazî li Zanîngeha Tehranê û Zanîngeha Kurdistan û xelkê xweşdiviyê bajarê Sine dikin û xwe bi hevbeşê xema wan dizanin.
Ji xwedayê mezin hêvîdar in xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Înna Lîllah We înna Îleyhî Racî’ûn
Mesûd Barzanî
02.01.2020”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin