Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê da malbata Prof. Nadir Nadirov
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema wefata akademîsyenê Kurd Prof. Dr. Nadir Nadirov peyama sersaxiyê belav kir. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya di ser hesabê xwe yê Twitterê de belav kir weha got:
“ Ji bo koça dawiyê ya zanayê Kurd Xwedê jê razî Prof. Dr. Nadir Nadirov, behîdarî û sersaxiyê pêşkêşî malbat, kesûkar û hevalên wî û hemû Kurdên li Kazaxistanê dikim. Hevparên xema wan im, bila serê wan sax be. Bîranîna mamoste Nadirov bi xizmet û keda ku daye, hertim zindî dimîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin