Serokwezîr Barzanî sersaxî da malbata rewsenbîrê Kurd Newres Resîd

23 October 2020 15:34 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî sersaxî da malbata rewsenbîrê Kurd Newres Resîd

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê Kurd Newres Reşîd sarsaxî da.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: "Mixabin nûçeya koça dawî ya nûser û rewşenbîrê navdar Newrez Reşîd gihişt min. Sersaxiyê ji binemala birêzî re dixwazim. Xwedayê mezin canê wî bi bihûştê şad bike, aramiyê bide kesûkar û hevalên wî."

Newres Reşîd ji bajarê Silêmanî ye û Endamê Akademiya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Partiya Demkrat a Kurdistanê (PDK) bû.

Reşîd yek ji nivîskar û rewşenbîrên girîng ê bajarê Silêmanî û tevahiya Herêma Kurdistanê bû.

Newres Reşîd di jiyana xwe ya siyasî de li kêleka PDKê xizmetên mezin ji bo xelkê Kurdistanê kirine.