Fraksiyona PDKê kustina hovane ya malbata Kurd bi tundî sermezar kir
PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlementoya Iraqê, li ser kuştina endamên malbata Kurd a li Bexdayê daxuyaniyek belav kir û ew bûyera dirinde bi tundî şermezar kir.
Fraksiyona PDKê ya li Parlementoya Iraqê da xuyakirin ku ew bi tundî wê tawanê şermezar dikin, ku şevê din li Bexdayê bi ser malbateke Kurd de hate encamdan û her sê endamên malbatê bi awayekî ji nirxên mirovahiyê dûr, hatin kuştin.
Fraksiyona PDKê herwiha daxwaza eşkerekirina tawanbaran û radestkirina wan bo dadgehê kir û got, “Ji hêzên ewlehiyê jî daxwaz dikin ku hewldanên xwe zêdetir bikin û bi awayekî cidî bixebitin, da ku asayîşa giştî û silametiya welatiyan ji karên bi vê cûreyê biparêzin, ku mirov û asayîş û niştimanê dikin armanc.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin