Serok Mesûd Barzanî bi endamên fraksiyona PDKê re civiya

08 July 2023 16:30 0 dîtin
Serok Mesûd Barzanî bi endamên fraksiyona PDKê re civiya

PeyamaKurd Serok Mesûd Barzanî îro Şemiyê 8ê Tîrmeha 2023an li Selahedîn bi endamên fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Kurdistanê re civiya.

Baregeha Barzanî diyar kir, di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkeşî amadebûyan kiriye û spasiya rol û westana endamên fraksiyona PDKê kiriye û destxweşî li wan kiriye ku di vê dema Parlamentoya Kurdistanê de karên xwe bi başî gîhandine cîh û pabendî erkê xwe bûne.

Serok Barzanî daxwaz jî kiriye ku berdewamiya rola xwe ya di warên cuda cuda bikin û xizmeta Kurdistan û PDKê bikin.