Fraksiyona PDKê civîna Parêzgeha Nînowayê terk kir

08 February 2024 19:26 0 dîtin
Fraksiyona PDKê civîna Parêzgeha Nînowayê terk kir

PeyamaKurd – Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û hejmarek ji endamên Fraksiyona Nînowa ya Muwehedeyê civîna Civata Parêzgeha Nînowayê terikandin.

Yekem civîna civata hilbijartî ya parêzgeha Nînowa (Mûsil) ji bo hilbijartina cîgirên parêzger îro 8ê Sibatê hat lidarxistin, lê Fraksiyona PDK û hejmarek endamên Fraksiyona Nînowa ya Muwehede ya girêdayî Necim Cibûrî ji hola civînê derkeftin.

Hate zanîn ji ber ku Serokê Civata Parêzgeha Nînowayê peyrewê navxwe yê civatê binpê kir û ji ber ku dengdana cîgirê duyem ê parêzgerî xist pêşiya hilbijartina cîgirê yekem PDKê terka civînê da.

Piştî lihevkirina siyasî ya aliyan, postê cîgirê yekê yê parêzgeha Nînowayê ji bo PDKê hate dayîn ku namzedê PDKê Sîrwan Rojbeyanî ye.

Hêjayî gotine ye, Civata hilbijartî ya parêzgeha Nînowayê roja 5ê Sibatê, civîna xwe ya yekem li dar xist û Ebdilqadir Dexîl wekî Parêzgerê Nînowayê, Ehmed Hasûd wekî Serokê Civata Parêzgeha Nînowayê û Mihemed Cibûrî wekî Cîgirê Serokê Civata Parêzgeha Nînowayê hatibûn hilbijartin.