Seroka Fraksiyona PDKê Vîyan Sebrî li ser civîna madeya 140 daxuyanî da
PeyamaKurd - Seroka firaksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Iraqê Viyan Sebrî li ser civîna Komîteya Hemwarkirina Destûra Iraqê li ser madeya 140î ragihand, wan di civînê de pêgirî li ser mayîna madeya 140 ya Destûrê kiriye.
Seroka firaksyona PDKê li parlementoya Iraqê Viyan Sebrî li ser civîna ku doh 6ê Kanûnê hat kirin got, di civînê de çend parlementerên şîe û sune daxwaz kirine madeya 140 nemîne lê me pêgirî li ser mayîna wê kir. Ji ber ku ew made tekane rê ye ji bo çareserkirina arîşeya deverên nakokîdar.
Viyan Sebrî ji BasNewsê re diyar kiriye, komîteya hemwarkirina Destûrê dê paşê raporta xwe bide serokatiya parlementoya Iraqê û divê ew raport jî bi rizamendiya hemû nûnerên komîteyê be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin