Seroka fraksiyona PDKê: Sê daxwazên me yên serekî ji Elawî hene

29 February 2020 15:08 0 dîtin
Seroka fraksiyona PDKê: Sê daxwazên me yên serekî ji Elawî hene

PeyamaKurd - Seroka fraksiyona PDKê li encûmena nûnerên Iraqê eşkera kir, sê daxwazên serekî yên Kurdan ji kabîneya nû ya Iraqê heye.

Seroka fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Dr. Viyan Sebrî ragehand, li ser daxwaza Mihemed Tofîq Elawî yê ku bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatiye erkdar kirin, civîna îro 29.02.2020ê encûmena nûnerên Iraqê bo roja 01.03.2020ê hate paşxistin.

Herwiha diyar kir daxwaza Elawî ji bo wê yekê bû ku derbarê pêkanîna hikûmetê de guftûgo li gel aliyên şîe, sunne û kurd bike. Ji ber roja pêncşema borî ‘’Bi hemû şiyanan xwe ve tenê karîn 100 parlamenteran kom bike.’’

Viyan Sebrî teqez kir, daxwazên kurdan ji sê daxwazên serekî pêk tê. Ew jî hevkarî, hewsengî û lihevkirin ku bo me:

‘’Ev sê xal girîng in. Herçend wisa diyar e vê kabîneyê de ev yek bi awayek baş dê diyar nebe jî. Ji ber wê herî dawiyê jî rêveberiya siyasî ya kurd dê biryar dide gelo deng dê ji kabîneyê re bide yan na?.’’