Seroka Fraksiyona PDKê: Pêwîstiya Iraqê bi siyanên leskerî yên hêzên hevpeyman heye
PeyamaKurd – Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ragihand, ku Iraq heta niha jî pêwîstî bi şiyanên leşkerî û istixbaratî yên hêzên hevpeyman heye û got: "DAIŞ berdewam metirsiyê li ser welat dike."
Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, di rûniştina îro ya Parlamentoya Iraqê de tenê binpêkirina serweriya Iraqê dê were gotûbêjkirin û ne diyar e ku dê ti biryar bên dayîn yan na.
Sebrî bi bîr xist ku hêzên Amerîkayê li ser daxwaza hikûmeta Iraqê hatine Iraqê û got, "Eger biryara vekişînê bê dayîn, divê hikûmeta federal bê girtin û Koalîsyona Dewleta Qanûnê jî piştgirî bide."
Hewcedariya Iraqê bi şiyanên leşkerî û îstixbaratî yên hêzên hevpeymaniyê heye. Sebrî got, "Derketina hêzên koalîsyonê ji Iraqê dibe ku rewşa welêt dîsa aloz bike."
Viyan Sebrî got, “Li Iraqê aramiya ewlehiyê pêk nehatiye û DAIŞ hê jî metirsî li ser ewlehiya welat e. Iraq niha di rewşeke ewlekarî ya ne aram de ye.”
Sebrî amaje bi wê yekê jî kir, ku berî biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Iraqê, divê berjewendiya welat li ber çav bê girtin, Sebrî tekez kir ku ev biryar di warê aborî de jî zirarê dide Iraqê.
Biryar e îro Şemiyê 10ê Sibata 2024ê saet 17:00ê Parlamentoya Iraqê li ser "êrîş û binpêkirinên li dijî serweriya Iraqê" bicive. Tê çaverêkirin ku komên Kurdistanî û hinek komên Sunnî civînê boykot bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin