Seroka fraksyona PDKê: Pêkanîna hikûmeta Iraqê dê were pasxistin
PeyamaKurd - Seroka fraksyona PDKê li parlementoya Iraqê ragihand, hêj gelek maye hikûmeta nû ya Iraqê pêk were.
Parlementera kurd û seroka firaksyona PDKê li parlementoya Iraqê, Viyan Sebrî got, şeva borî aliyên şîe bi serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî re civiyan.
Di civînê de aliyên şîe kandîdên ku Kazimî bo wezaretan destnîşan kiribû, red kirin.
Viyan Sebrî her wiha got, ev jî dibe sebeba wê yekê ku pêkanîna hikûmetê gelekî bi drengî bikeve. Li gorî destura bingehîn divê Kazimî heta 8 Gulana îsal kabîneya xwe pêk bîne.
Hat diyarkirin ku serokwezîrê raspardî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Mistefa Kazimî dê sibê kabîneya xwe pêşkêşî aliyên siyasî bike.
Li gorî medya Iraqê, nakokiyên li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, tenê li nav şîeyan de mane û sibe Kazimî kabîneya xwe pêşkêşî aliyên siyasî bike

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin