Berpirsê PDKê: Ji ber nakokîyên sîeyan wê pêkanîna hikûmeta nû dirêj bajo

12 January 2022 16:36 0 dîtin
Berpirsê PDKê: Ji ber nakokîyên sîeyan wê pêkanîna hikûmeta nû dirêj bajo

PeyamaKurd - Berpirsê pêwendiyên derve yên PDKê dibêje, pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dê vê carê jî gelekî dirêj bike ji ber ku nakokiyên şîeyan gelekî kûr in.

Berpirsê pêwendiyên derve yên PDKê, Hoşyar Sîweylî li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û helwesta PDKê li ser vê mijarê got, pêkanîna hikûmetê li Iraqê ne karekî wisa hêsan e û dibe ku vê carê jî mîna carên berê dirêj bike.

Hoşyar Sîweylî ji BasNewsê re gotiye, “Wisa xuya dike danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû dê dirêj bin ji ber ku nakokiyên şîeyan pir kûr in. Şîe bûne du aliyan. Bizava Sedir ku hejmara kursiyên wan ji tevahiya partî û bizavên din zêdetir e, dixwaze hikûmeta nû hikûmetek piranî be yanê yekema şîe (ew bi xwe ne), yekema sunî (tifaqa Teqedum) û yekema kurdan (PDK) bi hev re hikûmetê pêk bînin. Lê şîeyên ku Nûrî Malikî pêşengtiya wan dike, vê yekê qebûl nakin.”

Berpirsê pêwendiyên derve yên PDKê anî ziman, ew dibêjin bila hikûmeta nû hikûmetê piralî û berfireh be û bi rengekî lihevkirin pêk were.

Hoşyar Sîweylî li ser helwesta PDKê got, “Bêguman PDK û Serok Barzanî dikarin rolek aktîf bilîzin di pêkanîna hikûmetê de, ji xwe wisa jî dikin. Rojane şandên cuda yên Iraqî serdana Hewlêrê dikin û bi berpirsên PDKê re hevdîtin dikin. Lê PDK naxwaze di nakokiyên şîe de bibe alî û alîgiriya wan bike. Helbet PDK û bizava Sedir û erebên sunî dikarin mîna ku desteya serokatiya parlementoyê hilbijartin, postên din jî yekalî bikin lê PDK dixwaze di mijara hilbijartina serokomar û serokwezîr de lihevkirin di navbera aliyan de hebe. Eger tiştekî wisa çênebû wê çaxê PDK dê gotina xwe bêje. Lê divê beriya her tiştî biryarek rast were dayîn.”