Berpirsê PDKê yê Silêmaniyê: PDK û Barzanî rola serekî di azadiya Basûrê Kurdistanê û statûya wê de lîstine
PeyamaKurd - Berpirsê Mekteba Rêxistinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê Parêzgehên Silêmanî û Helebceyê Elî Hisên, di çarçoveya 78emîn salvegera partiyê de got, “Armanca PDKê pirsên neteweyî û Kurdistanî ne.”
Elî Hisên ji K24ê re da zanîn, “PDK û Barzanî rolê serekî di azadiya Başûrê Kurdistanê û peydabûna statûya siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê de leyîstine” û got: “Wekî rêberekî mezin ê dîrokî li ser astê navxwe, herêmî û navdewletî wekî hêz û serokekî mezin mamele bi PDKê û Serok Barzanî re tê kirin.”
Elî Hisên diyar kir, “Pêgeha PDKê di hevkêşeyên navxweyî û Iraqî û herêmî û derve de pêgeheke girîng e. Di vê qonaxê de jî ku ber bi hilbijartinan ve gavan diavêje, teqeziyê li ser proseya hilbijartinan bi awayekî azad û paqij û zelal dike, merema wê jî ew e ku ji bo diyarkirina jiyana siyasî ya Herêma Kurdistanê welatî navenda biryarê bin.”
Berpirsê Mekteba Rêxistinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê yê Parêzgehên Silêmanî û Helebceyê destnîşan kir ku peyama wan peyama PDKê ye û destê biratî û tebayiyê ji bo hemî aliyan dirêj dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin