Serok Barzanî sersaxî li berpirsê baskê du yê PDKê kir
PeyamaKurd - Şeva borî Serok Barzanî ji ber koça dawî ya bavê wî sersaxî li berpirsê baskê du yê PDKê Ehmed Kanî kir.
Li gorî malpera fermî ya Serok Barzanî, duh êvarî 01.05.2020ê Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê ve pêwendî li gel berpirsê baskê du yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ehmed Kanî pêk anî.
Serok Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe ji ber koça dawî ya bavê wî xwedê jê razî Mamosta Ehmed Ebdulcebar Ebdulrehman axayê Doxremecî yê kurê mamosta Kanî yê helbestvanê mezin ê kurd re ragehand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin