Serokwezîr Barzanî sersaxî da Berpirsê Ofîsa Protokola Kurdistanê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê bi sedema wefata bavê Berpirsê Ofîsa Protokola Herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de serxweşî li malbatê kir û got: “Rêzdar Berpirsê Ofîsa Protokola Herêma Kurdistanê Adil Sadîq, ji bo koça dawî ya cenabê bavê we, serxweşiyê li we dikim û hevbeşê xema we me.
Xwedayê mezin giyanî wî bi behişte şad bike û sebir û aramîyê bide binemala we.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin