Berpirsê PDKê: Armanca êrîsên Îranê têkdana pêsketin û avadanbûna Herêma Kurdistanê ye

21 January 2024 16:50 0 dîtin
Berpirsê PDKê: Armanca êrîsên Îranê têkdana pêsketin û avadanbûna Herêma Kurdistanê ye

PeyamaKurd - Berpirsê Buroya Rêxistina PDKê li Hewlêrê Serbest Lezgîn, di civîneke rojnamevanî de got: “Armanca êrîşên berdewam ên bi dronan an bi moşekên balistîk li ser Herêma Kurdistanê û Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, têkdana balafirgehê û rawestandina proseya pêşketin û avakirina Herêma Kurdistanê ye.”

Serbest Lezgîn diyar kir: “Me li Herêma Kurdistanê hertim hewl daye ku baştirîn pêwendiyên me bi welatên cîran re hebin. Em ti carî nebûne beşek ji wan nakokiyên ku hertim li Rojhilata Navîn hebûne. Em her dem bûne faktora aramiya navçeyê.”

Lezgîn got: “Akoziyên niha yên li Rojhilata Navîn, bandoreke nerênî li ser gelek welatan kiriye, di nav de jî Herêma Kurdistanê. Bi taybet di dema dawî de hinek welatên cîran bi behaneyên bêbingeh bi eşkere êrişî Herêma Kurdistanê dikin.”

Berpirsê Buroya Rêxistina PDKê li Hewlêrê wiha domand: “Di demên dawî de Iraq û Îranê rêkeftineke ewlehiyê îmze kirin. Herêma Kurdistanê jî roleke wê ya sereke di rêkeftinê de hebû. Bi rêya rêkeftinê me karî metirsî û nîgeraniyên Îranê yên li ser ewlehiya navçeyên sînorî nehêlin û rewşeke nû derketiye holê. Lê Îran bi hincetên bêbingeh û derew sivîlên me dikuje û welatê me moşekbaran dike.”