Berpirsê baskê PDKê: Armanca êrîsê têkdana proseya siyasî ya Iraqê ye

13 January 2022 16:43 0 dîtin
Berpirsê baskê PDKê: Armanca êrîsê têkdana proseya siyasî ya Iraqê ye

PeyamaKurd – Li ser êrîşa bombeyî ya îro Pênçşemê bi ser baregeha PDKê ya Bexdayê berpirsê baskê 5 ê PDKê li Bexdayê Şiwan Mihemed Teha eşkere kir ku îro 13ê Çile li demjimêr 05:00 bombe bo binkeya baskê 5 û binkeya rojnameya Taexî hatiye avêtin.

Şiwan Mihemed Teha diyar kir ku ew êrîş duyem êrîşa ser binkeya baskê wan e û da zanîn, ti ziyaneke canî çênebû û saziya ewlehiyê soza dûvçûnê ji bo bûyerê daye.

Berpirsê baskê 5 ê PDKê herwiha got ku ti aliyekî bi fermî berpirsyartiya xwe derbarê vê êrîşa tirsonekî de diyar nekiriye û destnîşan kir, armanc têkdana proseya siyasî Iraqê ye.