Biden li ser êrîsên asmanî yên ser milîsên Îranê agahî da kongreyê û armanca êrîsan eskere kir

26 March 2023 11:00 0 dîtin
Biden li ser êrîsên asmanî yên ser milîsên Îranê agahî da kongreyê û armanca êrîsan eskere kir

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden bi nameyeke fermî Kongeraya Amerîkayê agahdar kir ku hêzên Amerîkayê li Sûriyê êrîşên asmanî li ser navendên komên bi ser Îranê de pêk anîne.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ji Encûmena Pîran û Encûmena Nûnerên Amerîkayê re nameyek şand û tê de armanca êrîşa roja 23yê Adara 2023yan eşkere kir.

Biden got ku hêzên wan navendên ferman û kontrolê, depoyên teqemeniyan ku ji aliyê komên ser bi Supaya Pasdaran ve dihatin bikaranîn kirine armanc ku di êrîşê de hewl dane jiyana xelkê sivîl nexin metirsiyê.

Biden got: “Her wek berê me ragihandiye, komên milîsên bi ser Supaya Pasdarên Îranê de, çend êrîş li dijî leşker û navendên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê pêk anîne. Bi fermana min, roja 23yê Adara 2023yan hêzên Amerîkayê wek bersiva êrîşan û gefên berdewam derbarê êrîşên siberojê de, çend êrîş li rojhilatê Sûriyê pêk anîne.”

Pentagonê jî ragihandiye ku sê bingehên komên çekdar hatine armanc kirin ku li gorî çavkaniyên herêmê 19 çekdar hatine kuştin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir, ew êrîş li gor Madeya 51 a Carnameya Neteweyên Yekbûyî pêk anîne daku berevaniyê li xwe bikin û got, armanca van êrîşan ew e ku rê li ber Îranê û komên milîsên Îran piştgiriya wan dike bigrin daku careke din êrîşî navend û serbazên Amerîkayê nekin.