Neteweyên Yekbûyî îro ji bo êrîsên Amerîka yên ser milîsên Îranê dicive
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 4ê Sibatê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî civîneke awarte lidar dixe û êrîşên Amerîkayê yên li ser bingehên milîsên Îranê yên li Iraq û Sûriyê tê gotûbêj kirin.
Li gorî zanyariyan wê îro êvarê Asayîşa Navdewletî li ser daxwaza Rûsyayê civîneke awarte lidar bixe û êrîşên Amerîka yên li ser komên milîsên alîgirên Îranê li Iraq û Sûriyeyê gotûbêj bike.
Hêjayî gotinê ye, hêzên esmanî yên Amerîkayê şeva 3yê Sibatê li Iraq û Sûriyeyê li 85 armancan xistibûn û nêzîkî 35 çekdarên komên milîs hatibûn kuştin.
Amerîkayê ev êrîş wekî bersiva êrîşa dronî ya Hizbullaha Iraqê di 28ê meha borî de ku li sînorê Urdinê 3 leşkerên Amerîkî hatibûn kuştin pêk anîbû.
Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resû, êrîşên Amerîkayê yên li Qaimê û navçeyên sînorî yên Iraqê, wekî binpêkirina serweriya Iraqê û têkbirina hewlên hikûmeta Iraqê niraxandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin