Li Dêrezorê hêrisa asmanî: 9 milîsên Îranê mirin, 20 brîndar bûn
PeyamaKurd - Li parêzgeha Dêrezorê, li dijî komên girêdayî rejîma Îranê hêrişên esmanî pêk hatin û di encama bombebaranê de herî kêm 9 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku di hêrişan de depoyên cebilxaneyê jî di nav de 10 baregehên leşkerî yên komên çekdar hatine bombebarankirin.
Li gorî Rîwangeya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di hêrişan de fermandarekî payebilind jî di nav de nêzikî 9 milîsên Îranî hatine kuştin û herî kêm 20 kes jî birîndar bûne.
Hate angaştin ku hêrişên ku bi frokeyên şer pêk hatine ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve hatiye kirin.
Derbarê êrişan de heta niha ji aliyê DYAyê ve ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Li aliyê din SOHRê diyar kir ku piştî vam hêrişan îro danê sibê frokeyên bêmirov li ser navçeya Elbûkemalê ya parêzgeha Dêrezorê geriyane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin