Otomobêla berpirsê PDKê yê Kelarê teqiya

15 July 2024 12:54 0 dîtin
Otomobêla berpirsê PDKê yê Kelarê teqiya

PeyamaKurd - Li Her)ma Kurdistanê, otomobîla berpirsê baskê 22 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê yê Kelara parêzgeha Silêmaniyê Ekrem Salih. li pêş mala wî ya li Kelarê teqiya.

Koordînatorê baskê Germiyanê yê PDKê Necim Bawenûrî ragehandz ku ew guman dikin ku bûyer teqîn be û dibe ku bi kontrol ji dûr ve hatibe teqandin.

Necim Bewenûrî da zanîn ku di encama teqîna otomobêlê de parêzvanekî berpirsê baskê PDKê jî birîndar bûye.

Ji aliyê din ve hate ragihandin ku di derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Heta niha ti aliyên fermî di derbarê bûyerê de daxuyanî nedane.