PDK: Divê berpirsên teqîna Kelarê bêne askerekirin
PeyamaKurd - Endamê Polîtburoya Partiya Demokra ta Kurdistanê (PDK) û Berpirsê Buroya Rêxistina Kerkûk-Germiyanê Hîwa Ehmed Mistefa daxwaz kirin ku berpirsên teqîna Kelarê bêne eşkerekirin.
Hîwa Ehmed Mistefa di derbarê hêrişa bombeyî ya duh li navçeya Kelar a Silêmaniyê li dijî otomobîla berpirsê PDKê Ekrem Salih pêk hat de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de bang li dezgehên ewlehiyê yên pêwendîdar hate kirin ku di derbarê bûyerê de lêkolîneke cidî bê kirin û kiryarên hêrişê bêne eşkerekirin û ji dadgehê re bêne radestkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev çalakiyên bi vî awayî wê bibe sedema bêaramî û fikaran û wê berjewendiyên gel bixin xeteriyê.
Hîwa Ahmed Mistefa got: "Em weke PDK, vê hêrişê şermezar dikin û piştgiriyê didin hemû pêngavên ji bo jinavbirina kiryar û hêrişên bi vî awayî."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin