Kisanak bo pêvajoya çareseriyê: Divê rêyên nû bêne ceribandin
PeyamaKurd – Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ya berê Gultan Kişanak, li ser pêvajoya nû ya çareseriyê nirxandin kur û got, divê rêyên nû bêne ceribandin.
Gultan Kişanak ku ji bo îmzekirina pirtûka û beşdariya bernameya 4emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê bû û gotarek pêşkêş kir.
Kişanakê behsa pirtûka xwe ya “Ez Dozdar im” kir ku ji parastinên wê yên dadgehê pêk tê.
Herwiha Kişanak, destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê bo pirsa Kurd ku van demên dawî ketiye rojevê nirxand û got ku di pêvajoya sala 2015an de berpirsyariyeke dîrokî di çareserkirina Pirsa Kurd de ketibû ser milê wan, lê bi ser neketibû.
Li ser egera pêvajoyeke nû ya çareseriyê jî Kişanak ragihand: “Divê em vê mijarê ne li salonên dadgehê di şert û mercên azad de nîqaş bikin. Divê hewayeke wiha hebe ku hemû aktorên pêvajoyê bi azadî xwe îfade bikin. Divê em ji bo lêkolîna tiştên berê û pêkanîna tiştên baştir bixebitin û rêyên nû biceribînin. Pêşeroj dubare nabe.”
Gultan Kişanak herwiha destnîşan kir ku divê ji bo serxistina pêvajoya nû ya destpê bike jî rêyên nû bêne ceribandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin