Efkan Ala: Pêvajoya Çareseriyê ne li ser masê ye

17 October 2024 16:58 0 dîtin
Efkan Ala: Pêvajoya Çareseriyê ne li ser masê ye

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê berê yê Tirkiyeyê û Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Efkan Ala ku yek ji danûstankarê pêvajoya salên borî ya bi PKKê re hatibû destpêkirin bû, ragihand ku niha li ser maseya wan pêvajoya çareseriyê jî hevdîtina ligel Abdullah Ocalan jî nîne.

Efkan Ala, li ser nîqaşên nermbûnê yên piştî silava Serokê MHPê Devlet Bahçelî bo DEM Partiyê û daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên pêkanîna aştiyê, daxuyanî dan.

Ala ku hevdem Parlamentarê AK Partiyê yê Bursayê ye wiha axivî: “Pirsgirêkên cuda çareseriyên cuda dixwazin. Em ne neçar in her carê heman tiştî bikin.”

Ala herwiha bal kişand ser ku AK Partiyê reformên şoreşgerî kirine û got, “Kanaleke kurdî 24 saetan weşanê dike heye. Ev jî hatin derbaskirin. Di van pêvajoyan de Rojhilata Navîn wêran bû. Eger Tirkiyeyê ev reform nekirina dê bi projeyên ku dixwestin Tirkiyê bikin Iraq û Sûriye wê têk biçûya.”