Ji Parlamentarê AKPê daxuyaniya Pêvajoya Çareseriyê: Çima nebe?
PeyamaKurd – Parlamentarê AK Partiyê yê Rihayê Mehmet Alî Cevherî ku piştî serdana şanda AK Partiyê bo HDPê li ser guhertina destûrê ya laçikê gotibû, ‘HDP partiyeke legal e. Pêdiviya me bi HDPê heye, divê dîyalog bê zêdekirin’ vê carê jî gaveke din avêt.
Mehmet Alî Cevherî di weşana Medyascope de, li ser destpêkirina pêvajoyeke nû ya çarseriyê jî axivî û got, pêvajoya çareseriyê di nav îhtimalan de ye û çima nebe.
Parlamentarê AK Partiyê li ser pirsa destpêkirina pêvojoyeke nû ya çareseriyê wiha axivî: “Niha helbet, çima nebe? Ger HDPê destê tê dirêjkirin binirxîne, di vê xebata destûrê de wek mînak piştgiriyê bide… Pirsgirêka HDPê ew e, gelo partiya Tirkiyê ye, yan na. Em hêvî dikin ku; HDP bibe partiya Tirkiyê û mesafeyê bixe navbera xwe û terorê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin