Ji AKPê daxuyaniya 'Pêvajoya Astiyê' û Ocalanî
PeyamaKurd – Berdevkê AKPê Omer Çelik piştî civîna MYKya partiya xwe li ser pirseke di derbarê 'Pêvajoya Aştiyê' de daxuyanî da û got tiştekî wiha di rojevan wan de tine ye.
'ROJEVEKE ME YA WISA TINE YE
Ji Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Omer Çelîk hat pirsîn bê gelo wê ji nû ve pêvajoyeke aştiyê were destpêkirin yan na? Çelik ev pirs wiha bersivand:
“Pêvajoya aştiyê, ew pêvajo bû hêzên çekdar çekên xwe deynin û welêt biterikînin. Min divê bibêjim ku rojeveke me ya wisa tine ye û em di warê têkoşîna dijterorê de bi biryar in. Rêxistin êrîşî demokrasiya me û biratiya me dike.”'
'PIŞTÎ DEMEKE DIRÊJ BI OCALANÎ RE HEVDÎTINEK PÊK HATIBÛ'
Parêzerên Serokê PKKê Abdullah Ocalan ku li Girava Îmraliyê girtî ye piştî demeke dirêj di 2yê Gulanê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re pêk anîbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin