"Divê pêvajoya yekgirtina hêzên Pêsmerge bileztir bibe"

23 October 2024 11:32 0 dîtin
"Divê pêvajoya yekgirtina hêzên Pêsmerge bileztir bibe"

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge û hevpeymaniya navdewletî tekez li ser wê yekê kirin ku divê proseya yekxistina hêzên Pêşmerge bileztir bibe.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, doh Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Sererkan Îsa Uzeyr li gel Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê kolber Rab Brandstetter û şanda pê re civiya.

Di civînê de behsa bernameya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge, pêkanîna wê bernameyê û rêkxistina hemû hêzan hat kirin. Herwiha rewşa niha ya hêzên Pêşmerge û pêşxistina pêwendiyên di navbera Wezareta Pêşmerge û hevpeymanan de jî hat gotûbêjkirin.

Aliyan li ser lezkirina pêngavan ji bo yekxistina yekîneyên cuda yên Hêzên Pêşmerge di nava Wezareta Pêşmerge de li hev kirin.