Brîtanya: Divê hêzên hevpeyman bimînin û hevkariyê bi Pêsmerge re bikin

23 December 2021 16:34 0 dîtin
Brîtanya: Divê hêzên hevpeyman bimînin û hevkariyê bi Pêsmerge re bikin

PeyamaKurd - Konsulê Brîtanya li Hewlêrê sersaxî li malbatên qurbaniyên lehiya Hewlêrê kir û got, plana wan heye derbarê rûbirûbûna metirsiyên guhertina keşûhawayê de bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bikin.

Konsulê Brîtanya li Hewlêrê David Hunt ji K24ê re daye xuyakirin: “Ji dil ve sersaxiyê li malbatên qurbaniyên lehiya Hewlêrê ya berî çend rojan dikim û hevxemê wan in.”

Hunt diyar kiriye: “Divê metirsiyên guhertina keşûhewayê bi cidî bêne girtin. Plana me di vê derbarê de heye ku di sala bê de bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kar bikin, ji bo rûbirûyî wan metirsiyan bibin.”

Konsulê Brîtanya li Hewlêrê herwiha gotiye: “Ji bo parastina ji êrîşên DAIŞê, divê hêzên Hevpeymanan li hin navçeyan bimînin û hevkariyê bi hêza Pêşmerge re bikin.”