HSD: Divê Hevpeymaniya Navdewletî alîkariya hêzên me bidomîne

28 June 2021 00:45 0 dîtin
HSD: Divê Hevpeymaniya Navdewletî alîkariya hêzên me bidomîne

PeyamaKurd – Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê têkoşîna dijî DAIŞê û gefên berdewam ên li ser herêmên kontrola wan daxuyaniyek belav kir.

HSDê di daxuyaniyê de ragihand ku ji bo têkoşîna dijî terora DAIŞê û şaneyên veşartî pêwîste Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê alîkariya hêzên wan berdewam bike û ji bo dadgehkirina terorîstên DAIŞê jî dadgeheke navnetewî were avakirin.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya HSDê wiha ye:

“HSD şerê li dijî şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û derfetê nade ku cihên ewle bibîne û careke din gefan li aramî û ewlehiya cîhanî bixwe. Em piştrast dikin ku hêzên me li gorî vê erkê ne, tevî êrişên leşkerî û siyasî ku bi awayekî rojane aliyên herêmî pêk tînin, her wiha bandorên din ku ji ber pêla vîrusa Koronayê derket.

Em serfiraz in ku di pêngava yekemîn a tunekirina DAIŞ`ê ya terorîst de bi ser ketin û derfeta wê tune kir ku hêza meydanî û erdnîgarî bigire da ku rêxistina xwe xurt bike û şaneyan têxe nava tevgerê. Rêzeoperasyonên leşkerî û ewlehiyê yên serkeftî ku hêzên me di demên dawîn de li gundewarên Dêrazor, Hesekê û Reqayê pêk anîn û derbeyên giran li rêxistina terorîst xistin, her wiha hewldanên wê yên vejandinê têk birin.

Lê tevî serkeftinên hêzên me divê were bibîrxistin ku hîn zêdetir xebat di pêngava duyemîn a tunekirina rêxistina terorîst û fikirên wî yên radîkal, her wiha sekinandina nameyên wê yên terorîst, li benda me ye. Ew jî ji şerê me yê li Baxozê bi beşdarbûna Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ`ê di Adara 2019`an de bi serkeftinê bi dawî bû, ne kêmtir e. Her kes baş dizane ku rêxistina terorîst piştî binketina wê li Baxozê taktîkên xwe yên leşkerî û şêwazê êrişên xwe yên terorîst guherand û xwe spart şane û komên terorîst ên biçûk û veşartî li herêmên ku sivîl di wan de dijîn da ku wan yekser bike hedef. Bi vê yekê xetereyeke yekser li ser aştî û ewlehiya li herêmê û cîhanê çêdike, her wiha gefan li jiyana bi milyonan kesên ku rojên zehmet piştî serweriya DAIŞ`ê li ser herêmê dîtin, çêdike.

Ji ber wê jî divê aliyên navneteweyî û di serî de hevalbendên me yên Koalîyona Navneteweyî girîngiyê bidin zêdekirina koordîne û hevkariya di hemû aliyan de. Bernameyên zêdetir dayne da ku derfeta hêzên me û civakên me yên herêmî li hember gefên rêxistina terorîst, xurt bike.

Hêz û civakên me yên herêmî dixwazin ku Koalîsyona Navneteweyî di destekdayînê de berdewam be da ku aramî û ewlehiyê her wiha parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û civakên me ji xetereya rêxistina terorîst berdewam bike û parastina destkeftiyên ku bi saya berdêlên hevbeş hatine bidesxistsin. Her wiha rêbazên dîplomatîk di rêvebirina herêmê de xurt bike û alîkariyê bike ku li hember xetereya nameyên rêxistina terorîst û aliyên din ku dixwazin aramî û ewlehiyê xira bikin, bisekinin. Em li hêviya hevalbendên xwe ne ku bandora xwe ya mezintir li ser aliyên herêmî bi kar bîne û di serî de dewleta Tirk da ku gefan li herêmên me nexwe û hêzên me di eniyên din de mijûl neke.

DOZA GIRTIYÊN DAIŞê

Çareserkirina doza girtiyên DAIŞ`î di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dozeke sereke ye ku careke din hêviyên rêxistinê û bêparmayîna wê ji girîngtirîn dozên ku di çalakkirina propagandayê de di leşkerkirina terorîstan de û xurtkirina şaneyên xwe ku çalakiyên terorîst pêk bînin. Em careke din piştrast dikin ku divê dadgeheke navneteweyî li herêma me were avakirin ku wan kesan sûc pêk anîne da ku em darizandineke adil ji endamên ku karê terorîstî kirine, pêk bînin û parastina qurbaniyan û çespandina edaletê, wê rê li pêşiya wan kesan bigire, yên ku dibe tev li DAIŞ`ê bibin.

Em careke din piştrast dikin nirxên sereke yên HSD`ê ku cîhanê ji xetere û terora DAIŞ`ê xelas bike. Ew jî nûnertiya berjewendiyên hevbeş ên hemû dewlet û civakên herêmî û navneteweyî dike. Em soza xwe bi têkoşîneke xurt ji bo tunekirina dawîn a DAIŞ`ê nû dikin. Wefadariya civakên me yên herêmî û pêkanîna hêzên sereke di Koalîsyona Navneteweyî de ku desteka ewlehî, îstixbaratî û dîplomatîk berdewam bikin."