Macron: Divê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî Hamasê ser bike!

24 October 2023 21:05 0 dîtin
Macron: Divê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî Hamasê ser bike!

PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron îro 24ê Cotmehê li Îsraîlê piştî hevdîtina xwe ya ligel Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ragihand ku wî pêşniyar kiriye Hevpeymaniya navdewletî ya Dijî DAIŞê şerê Tevgera Hamasê jî bike.

Macron di civîna hevpar a rojnamevanî de banga berpirsiyartiyê li Hizbullah û Îranê kir û got, wî pêşniyar kiriye ku divê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî Hamasê jî şer bike.

Macron herwiha bangewazî kir ku Hamas hemû dîlên di destê xwe de serbest berde.

Netanyahû diyar kir ku heger Hamas bi ser bikeve dê cîhan vegere serdema navîn û her kes di bin xeteriyê de be.