Talebanî: Divê Hevpeymaniya Navdewletî li hember êrîsan bêdeng nemîne
PeyamaKurd – Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li gel Balyozê Fransayê yê li Iraqê Eric Chevalier civiya. Piştî civînê ji Ofîsa Serokatiya YNKê daxuyaniyek hat dayîn.
Di civînê de pêşhatên siyasî û emnî, aramî û metirsiyên muhtemel ên li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de, Bafil Talebanî şîret li welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî kir ku çalakiyên xwe yên li dijî DAIŞê berdewam dikin, li hember êrîşên balafirên bê firokevan ên li ser Herêma Kurdistanê bêdeng nemînin. Hat destnîşankirin, bang li wan kir ku erkên xwe bi cih bînin û dawî li binpêkirinên li ser serweriya welat bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin